Welatiyekî Kurd bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hate veguhastin

18:02 - 17 Tebax 2020

Di destpêka meha Gelawêja îsal de, welatiyekî Kurd ê bi navê “Mensûr Beşaretî” xelkê gundê “Mawane” a ser bi devera Tirgewer a bajarê Urmiyê, piştî bidawîhatina heyama lêkolîna wî bo girtîgeha navendî a wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiye di rêketa 25`ê Cozerdana îsal de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştre bo girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” tohmetbar kirin.

“Mensûr Beşaretî” heya niha di benda ravêj a girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de ye.