Washington Post: Hikûmeta Îranê Bi Hevkariya Pisporên Biyanî, Nêzîkê Şiyana Etomî Bûye

18:50 - 7 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Rojnameya Washington Post di gotarekê de li ser zimanê dîplpmatên Rojavayî belav kir ku rapora Ajansa Navnetewî ya Hêza Etomî eşkere kiriye ku Îran bi hevkariya hizirmend û pisporên biyanî kariye nêzîkê destpêragihîştin bi çeka etomî be.


Di vê gotara Washington Post de ku îro duşem belav bûye hatiye: belge û datayên Ajansê vê yekê eşkere dikin ku Îran kariye astengên fenî li ser rêya xwe vêde bibe û bi hevkariya pisporekî etomî yê Rûsiyê bi navê Wibaçislaw Danîlniko û herwiha karnasê Koreya Bakûr û Pakistan nêzîkê şiyana etomî be.
Rojnameya navbirî ev yeka jî eşkere kir ku Danîlniko di dehika 90-an de bo heyamê 5 salan di warê taqîkirina navokî de ligel Îranê hevkarî kiriye û bi xwe jî rastiya han gotiye karnasên Ajansa Etomî.

Washington Postê di doma mijara xwe de nivîsandiye ku ligor ew belge û dekomentên nepenî ku di heyamên salên borî de gihîştine destê Ajansê û bûne sedema nîgeraniyên zêdetir, eva ye ku Îran tu demekê aliyê leşkerî ya bernameyên xwe yên etomî nesekinandiye û di vê derbarê de berdewam bûye.

Biryar e Ajansa Navnetewî ya Hêza Etomî di heyamê vê heftiyê de rapora xwe ya nû derbarê çalakiyên etomî yên Îranê belav bike

Hêjayî gotinê ye ku Amerîka û Îsraîl û beşek zêde ji welatên Ewrûpaya Rojava bawermend in ku Îran hewla bidestxistina çekên etomî dide.
Hewlek ku Îran bi tewahî red dike û berdewam li ser aştîxwazane bûne bernameyên xwe yên etomî tekez dike.