Vexwendina Mamosteyan bo greva gelemperî

14:17 - 28 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya greva nerazîbûnê ya mamostayan li welatê Îranê, biryar hat dayîn roja 1’em a Gulanê-bi awayekî rewa û yasayî greva gelemperî a mamosteyan, li Îran û Kurdistanê bê lidar xistin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, mamostayên seranserê Îran û Kurdistanê, dê sibehê yekşemî 1 Gulanê, greva dev ji kar berdanê lidar bixin û nerazî bûna xwe li sîstema hînkirina wî welatî û rewş xirab a jiyanê bidin nûşan dan.

Cî bi cî kirina yasaya bi sîtem a miaşê mamosteyan, pêbawerî bexşîn û pêgehea civakî a mueliman û çareserkirina pirsgirêkên jiyana mamostayan, ji xwestekên serke ên wê girevê tên hesibandin.

Hilmet merûfî ji çalakvanên berevanî kirin ji mafên Mamostayan di hevpeyvînekî ligel ajansa Kurdpa ragihand: Hejmarek ji mûeliman bi riya tora civakî a “Tilgiram” dest bi sazmankariyan kirin û di 35 girûpan de 200 mamosta bo birêvebirina vê gereva gelemperî (li sertaserê Îranê) organîze kirin.

\"24993.jpg\"
Hilmet Merûfî : Mamostayên li Tehranê dê hember parlamentoyê kom bibin û di bajarên din yên Îranê jî xwepêşandanên cuda yên muliman hene
Bi gotina Meirûfî di wan girûpane de divê parlamenter bersiva pirs û xwestekên muelîman bidin.
Wî mamostayê berê yê dibistanê Urmiyê dirêjr da bi gotinên xwe û wiha bilêv kir: Di çend rojên borî de Navendên Ewlekarî ên îdareyên Perwerde û Hînkirinê ên seranserî Îranê, mamostayan bangdikin û bi wan re dibêjin: Dengê xwe bilind nekin û pêşî ji gereva giştî bidin girtin.

Herwiha sendîkaya Mamostayên Dibistanên Îranê derbareya lidarxistina greva seranserî li Îranê, daxuyaniyek belav kirin û ragihandin: Ew greva gelemperî dê 1’ê Gulanê li sertaserê Îranê birê ve here.