Vegeşîna kertê pîşesaziyê di Îranê de gihaye %25

21:05 - 10 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Sereokê odeya bazerganiyê a Tehranê tevî belavkirina nûçeya daketina nirxa geşekirinê di kertê pîşesaziyê de bo %25 ragehand: “Vegeşîna pîwera pîşesaziyê li 9 mehên yekem a îsal de, li çav sala borî %11.49 bûye.

Li gora gotina navbirî vegeşîna firotina yekîneyên pîşesazî di demsala payîza îsal de li çav sala borî %19 bûye, û ji bilî kertên derman û xûrekan, hemû beşên din geşeya nerênî hebûne.

Mes’ûd Xansarî di civîna asayî ya lêjneya nûnerên odeya bazerganî a Tehranê de got: “Berdewamiya vê rewşê dibe sedema kûrbûna hindî zêdetir ya daketina aboriyê ku yek ji sedemên bingehîn ê wê ew e ku dewlet girîngiyê dide kertê anîne jor a kalayan û piştguh ve avêtina kertê şandina derve ya kalayan (derfiroşkirinê).

Ew nûçe di demekê de belav dibin ku nawenda serjimêriya Îranê jî, di rapora xwe ya herî nû de qala rewşa nebaş ya kar û hebûna rêjeyeke metirsîdar ji bêkariyê bi taybet di nava derçûyiyên zankoyê de ye kiriye.

Karnasên Karûbarê Aboriyê a Îranê li ser vê baweriyê ne ku siyasetrêjiya şaş û hikûmetîbnûna aboriya Îranê tevî îzolebûna Îranê di asta cîhanî de, çend sedemên sereke ne bona çêbûna vê rewşê.