Termê serokê Îdareya Elekterîkê ya şaristana Serbaz daliqandî hate dîtin

21:40 - 1 Îlon 2016
Ajansa Kurdpa: Îro serê sibehê,termê darvekirî ê Amir Sitwan serokê Îdareya Elekterîkê ya şaristana Serbaz, di mala wî bi xwe de hate dîtin.

Li gora nûçegihaniyan, navbirî kesekî çalak bûye, û dest di avakirina civatên xwendekarî, avakirina birêvebiriya pirtûkxaneyan, çalakiyên mesebî û siyasî de hebûye, û wekî yek ji ciwanên herî çalak hatiye naskirin.

Navbirî di van çend salên dawiyê de, di Îdareya Elelekterîkê de kar dikir, û di van dawiyane de bibû serokê îdareya Berqê a şaristana Serbaz.

Pizişkê dadwerî ragehandiye ku wan hinek zanyarî bi dest xistine, li derbarê vê bûyerê. Malbata navbvirî ew bûyer, wekî bûyereke bi guman bi nav kirine.

Yek ji hevalên navbirî di vê derheqê de ragehandiye: “Amir kesek nebû ku dest bo xwekujiyê bibe, û termê wî jî di demekê de hatiye dîtin, ku deriyê mala xwe daxistibû.