Termê Îraniyekî di nav daristanên di navbera Tirkiye û Bolxaristanê de hate dîtin

20:39 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Piştî çend roj birçîtiyê, Îraniyek di sînorê navbera Tirkiye û Bolxaristanê de dimre.

Berpirsyarên îdareya parastina daristanên Tirkiyê, termê Îraniyekî di nav daristanan, li nêzî gundê Karacadax a ser bi parêzgeh Kirkilaralî ya Tirkiyê dîtin.
Ew ciwanê Îranî temenê wî 28 sal e, û pizşîkê dadwerî ragehandiye ku navbirî 5 rojan birçî û têhnî di nav daristan de maye.

Li gora zanyariyan, navbirî xwastiye ku bi awayekî neyasayî here Yûnan, yan jî Bolxaristanê, û bi sedema neşarezayiyê, riya xwe winda kiribe.