Teqîna mîn li Serdeşt 2 qurbanî lê ketin

22:32 - 1 Hezîran 2013
Ajansa kurdpa : Li sedema teqîna mîn li nawça “ Kanî Sêw” a Serdeşt, 2 karbidestê mîn rakirinê, bûne qurbanî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya kurdpa, roja pênc şem 9ê Cozerdan “ Seîd Nûr Nijad” karbidestê dezgeha mîn rakirinê, li sedema teqîna mîn pê xwe yê çep ji dest da û yê rastê bi dujwarî birîndar bû.

Çavkaniyik agadar bi nûçe gihaniya kurdpa ragihand : hevdem li wê qewimiyê de karbidestik din yê vê dezgehê bi navê “ Menûçehr Cemşîdî” tûşî şepola teqîn(Moc girtin) bûye.

Çavkaniyik agadar ew jî got ku ew 2 ji kes xelkê şarê Ormî ne û niha li yekik ji nexweşxanên Ormiyê de li bin çavdêriya duxtoran dene.