Taya “Zanistên Mirovî” ji xwendingehên dewletî ên Îranê de namîne

19:58 - 7 Kanûna pêşîn 2015
Kurdpa: Birêveberê giştî yê “Perwerde û hînkirin”a Tehranê ragehand ku, Taya Zanistên Mirovî, di xwendingehên asayî ên hikûmetê de wê bê rakirin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, Esfendiyar Çarben ragehand ku di sala dahatî de, di xwendingehên hikûmetî de, êdî bona taya Zanistên Mirovî navnivîsandin nahê kirin û hekî kesek bixwaze di taya Zanistên Mirovî de dersê bixwîne, gerek di xwedningehên “Ferheng” de navnivîsandinê bike.

Navbirî dibêje ku niha 12 xwendingehên Ferheng di Tehrana serbajarê Îranê de hatine avakirin û bo sala dahatî wê 24 xwendingehê din jî ava bikin.

Ev biryara han piştî bûyerên sala 2009’an (1388) derket holê, jiber ku piştî wê bûyerê, Elî Xamineyî rêberê Îranê ragehand ku hewceye hinek guherînkarî di dersên taya Zanistên Mirovî de bên encamdan.

Her piştî vê biryarê guherînkarî di gellek dersên taya Zanistên Mirovî ên zanîngeh û qonaxên bilind ên xwendinê de pêk hatin.

Te xûyakirin ku armanca rakirina taya Zanistên Mirovî di xwendingehên Îranê de ev e ku, nêrîna û raman xelkê Îranê ji zanistên serdem dûr bixin û jinûve liser bingehên olî ên Şî’ê û Wilayeta Feqîh bên darêtin.