Srokkomarê Îranê gef ji cîhanê xwarin

14:58 - 23 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Serokkomarê Îran Mehmud Ehmedinejad derbare ambargoyên ser wilatê Îranê axifî û ji Netewên yekgirtî re got : ‘‘Heta cehennemê rêya we heye’’.

Serokomarê Îranê Mehmud Ehmedinejad ji bo beşdarbuna vekirina projeyên cuda çû parêzgeha Hemedanê. Ehmedinejad di merasîma vekirinê de ambargoyên li ser Îranê nirxand. Ehmedinejad di Televîzyona Dewletê ya Îranê de axafî û di axaftina xwe de Neteweyên Yekbûyî ji ber amborgoya neftê bi zimanekî tund rexne kir. Ehmedinejad bi welatên ku neftê ji Îranê nakirin kir û got: ‘‘ hûn neftê nakirin, heta Cehinemê rêya we heye, baştir ku hûn neftê nakirin. Eme gel bînin dîk û emê bêjin em neftê nafiroşin. Gelême bi salanê serfîraziya bi dest dixê.

Ma ev hemû serfîrazî bi neftê kir?’’ Serokomarê Îranê da zanîn ku, divê bawerîya me hêz û jêhatiya gel hebe û divê em rê nedin mirovên biçûk ku fikr û ramanên mezin û porjêyên mezin asteng bikin.