Sine/ karkerekî bi sedema bûyereke kar jiyana xwe ji dest da

13:25 - 12 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Karkerekî Kurd li bajarê Sine ê rojhilatê Kurdistanê, di dema ku li Tehrana paytextê Îranê mijûlî kar kirinê bû, bi qewimîna bûyereke karkerî re, jiyana xwe winda kir.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi 3 rojan (9’ê şibata 2015’an), Xefar Ehmedî karkerê Kurd ku bo debara jiyanê ber bi Tehranê koçber bibû, bi qewimîna bûyerekî dema kar kirinê de, dev ji jiyanê berda.

Navborî ji şêniyên gundê “Howiye” ê ser bi beşa Kêlatrêzan ê Sine bû.

Her li ser vê pirsê, beriya niha bi 17 rojan ciwanekî Kurd ê xelkê Paweya rojhilatê Kurdistanê bi navê Emîr Husênî ji binayekî Tehrana Paytextê Îranê ketibû û ew rakirbûn nexweşxaneya Mîlad a wî bajarî.

Çavkaniyeke agah a buyer şopandî peyamnêrê Kurdpa re got: Ew ciwanê Kurd ê 20 salî piştî 16 roj jêr çavdêriya bijîşî, beriya niha bi 2 rojan (10’ê şibata 2015’an), li nexweşxaneyê jiyana xwe jı dest da.

Ji aliyekî din ve du bira ku wek nobedar bi şev li kompaniyeke bajarê Gîlana Rojava ya Kirmaşanê diman, bi sedema bîhn girtina dûkela rejiya darikan, tendurustiya xwe wida kirin.
Tê gotin yek ji wan ku 24 sal temenê wî bûn bi sedema dijwariya nexweşiyê
jiyana xwe ji dest da, lê birayê wî li nexweşxaneyê bin çavdêriya bijîşkî de ye.

Di dema îro de karker li Îranê 3 qatî caran bin hêla hejarî û xêzaniyê de dijîn.

Hejmarek zor ji karkeran li welatê Îranê, ji pêdiviyên wek sigorta (bîyme) avahî û piraniya tiştên ku bo jiyanê pêwîst in, bêpar mane.