Sine; binçavkirina jinên çalakvan û nerazî ji aliyê hêzên ewlehî ve

12:53 - 22 Îlon 2022

Roja Duşemî 28ê Xermananê, welatiyeke nerazî ya bi navê “Sariya Şerîfî” li kombûna nerizayetî li derheq kuştina “Jîna Emînî”, li şeqama “Firdosî” ya bajarê Sineyê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Herwisa roja Sêşemî 29ê Xermananê, çalakvana mafê jinan “Rêzan Ehmedî” di cihê karê xwe de ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Ji aliyek din ve roja Çarşemî 30ê Xermananê, çalakvana mafê jinan “Heyat Elmasî” ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Sineyê hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hepûna belgeyên yasayî çûne nav mala wê çalakvanê û ew li derheq kombûnên nerizayetiyê binçav kirine.

Hêzên ewlehî piştî binçavkirina wan sê çalakvanan, ew bo cihek nexuya veguhastine.