Şînavayiyan hember parlamentoya Îranê dest bi grevê kirin+Wêne

14:00 - 3 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Rexma borîna 27 meh li ser agir pêkevtina dibistana gundê Şînava li Pîranşehra rojhilatê Kurdistanê re, berpirsên hikûmeta Îslamiya Îranê û birêveberiya Perwerde û Hînkirinê tu xestekên wan cî bi cî nekirin e.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurpa, beriya niha bi çend rojan, keç û malbatên qurbaniyên bûyera diltezîn a Şînavê, ber bi Tehrana paytextê Îranê ve çûn û hember birêveberiya Perwerde û Hînkirinê çalakiya nerazîbûnê nîşan dan.

Wan bi tundî teblîxên nerast ên îdareya Perwerdê li ser cî bi cî kirina xwestekên xwe rexne kirin û ev yek piştrast nekirin.

Bavê yek ji wan keçên kêmendam di wê çalakiya nerazîbûnê de ragihand: Biryar hatibû dayîn hiqûqek berdewam bi wan nexweşan re bê girêdan û ew ji aliyê rêveberiya Sigortayê ve bên bîme kirin lê di piratîkê de tu ji wan xwestekan cî bi cî nebûn e.

Kesê nerazî di berdewamiya axaftina xwe de bi tundî birêveberiya Perwerdê rexne kir û got: Zêdeyî mehekî ye tû mamoste serdana nexweşekî bûyera Şînavê nakin û ji neçûna wê bo dibitanê agahiyan wernagrin.

\"25039.jpg\"
Keçên bûyera Şînavê ku li dibistanê bi agir pêketina sobeya petrolê kêmendam bûne, ji xemsariya karbidestên hikûmetê nerazî bûna xwe nîşan dan
Çavkaniyeke agah li Pîranşehrê peyamnêrê Kurdpa re got: Heya niha bi dehan kes ji xêrxwazan li derveyê welatê Îranê bo alîkariya wan keçan razîbûna xwe nîşan dane lê ew dîsa hêviya sozên dewleta “Hêvî û Umîd” a Rûhanî mane ku mixabin wê dewletê jî heya niha karek bi wan re nekiriye.

Payîza 2012-2013 pola waneya dibistana seretayî a gundê Şînavê yê ser bi Pîranşehrê agir pêketibû ku di encamê de 29 kes ji 37 xwendevanên wê dibistanê tûşî şewitînê bûn û du kes jî mirin.

\"25034.jpg\"

\"25031.jpg\"

\"25028.jpg\"

\"25029.jpg\"

\"25030.jpg\"

\"25036.jpg\"

\"25035.jpg\"