Seyîd Saman Husênî li mafê murexesiyê bêpar e

12:06 - 16 Çirriya paşîn 2020

Girtiyekî siyasî yê Kurd yê bi navê “Seyîd Saman Husênî” xelkê bajarê “Rebet”ê yê ser b bajarê Serdeştê di girtîgeha Erdebîlê li mafê murexesiyê bê par e.

Berpirsên girtîgeha Erdebîlê derheq daxwazkariya murexesiya wî girtiyê siyasî yê Kurd rezamendî nedane.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd piştî sê mehan lêpêçîn bo girtîgeha Urmiyê hate veguhastin û meha Banemer a îsal, bi tohmeta “alîkarîkirin bi yek ji hizbên kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê" bi du sal hepsa teizîrî û dûrxistin bo girtîgeha Erdebîlê hatibû cezadan.

Cazayê wî girtiyê siyasî yê Kurd di dadgeha pedaçûnê de hate piştrastkirin û li meha Banemer a îsal, li benda nizamî ya girtîgeha Urmiyê bo benda girtiyên siyasî û piştire bo benda lawan hatibû veguhastin.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd, meha Gelawêja îsal bo girtîgeha Erdebîlê hatibû dûrxistin.