Şeker li Îranê hate qorixkirin

22:20 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Giranbûna nirxa şekerê, û hevdem kêmbûna wê di bazarên Îranê de dom heye, û cihgirê Wezîrê “Cîhada Kişawerziyê” (karûbarê çandiniyê), dibêje: Dellal sebebkarê sereke ên bilindbûna şekerê ne.

Li gora nûçeyên belavbûyî, di destpêka sala 1395’an de, şeker di bazarên Îranê de, kêm bûye, bi awayekî ku di ragehandinan de bas ji vê dikin, ku di hinek ciyan de her nahê dîtin.

Nûçegihaniya “Elif” di meha Remezanê de ragehandibû ku şeker di hinek bajaran de gellek kêm bûye.

Nûçegihaniya Tesnîm di 30’ê Pûşperê de, hewlên şîrketa bazerganiya dewletî di warê qorixkirina şekerê wekî sedema giranbûna şekerê bi nav kir.

Di doma dijkiryara bilindbûna nirxa şekerê, cihgirê berpirsê bazerganiya navxweyî, roja 3’ê Gelawêjê di gotûbêjekê de digel nûçegihaniya ÎSNA tevî piştrastkirina bilindbûna nirxa şekerê “dellal û qorixkar” bi sebebkarê sereke ê giranbûna vê kalayê dane zanîn.

Hesen Ebasiyê Me’rûfan ragehandiye ku rojane 10 hezar ton şeker ji aliyê dewletê û kertê taybet ve tê belavkirin, û got ku nirxa şekerê 2700 tûmen e.