Şehram Nazirî konsêrtik bo piştgirî ji keçên xwendewanên Şînavê bi rê dibe

22:24 - 17 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: Şehram Nazirî hozanê naskiriyê Kurd bo piştgirî aborî ji keçên xwendewanên qewimiya Şînavê ya Pîranşarê konsêrtik mûzîkî bi rê dibe.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li rojên pêncşem û îniyê 28 û 29ê heyva Xermanana îsal Şehram Nazirî bo piştgiriya keçên xwendewanên qewimiya Şînavê, konsêrtik mûzîkî li salona foarên naw-netewiya şarê Tehran bi rê bibe ku pişkik ji hatiya konsêrtê daniye bo dermanên wan Keçên xwendewan.

Li 15ê Sermaweza sala borî 36 keçên xwendewanên pola 4a seretayî li sedem teqîna soba neftiya ne standard tûşî şevitînê bûn û paşî 2 kes ji wan bi navên “ Seyran Yêganê” û “ Sarîna Resûlzadê” bi hegera kûriya birînan canê xwe ji dest dan.

\"15409.jpg\"
Niha 20 kes ji keçên xwendewanê qewimiya Şînavê PÊWÎSTÎ bi niştergeriya estetik hene bi gelemper li sedema destkurtiyê hêza xercê vê niştergeriyê heya tinê kirîna dermanan ji çininin.

Şehram Nazirî rojên 21 û 22ê heyva Xermanana îsal konsêrtik bo piştgirî ji “ civîna piştgirî ji nexweşên Şêrpence ya parêzgeha Kurdistan “ bi rê bir û biryare li midê 20 rojên din de konsêrtik taybet li şarê Mihabad bo piştgirî ji tûşbyên nexweşiya “ Gul” yê gundê “ Besrê”ya ser bi vî şarî bi rê bibe.

Ev hozanê Kurd li hevpeyvînik tev yekik jî rojnamên Îran ser doma van xebatane ragihandiye, “ he niha bala xwe didme herêmên Kurd rûniştiyên Îran û paşî gorekî derfetan van xebatane li asta Îran û naw-dewletîde zêdetir bikim”.
\"15412.jpg\"

\"15410.jpg\"

\"15411.jpg\"

\"15413.jpg\"