Saziya Reporterên Bêsînor: Em sansora înternetê û serkuta hevwelatiyên nûçegihan, di Îranê de mehkûm dikin

15:31 - 23 Hezîran 2017
Ajansa Kurdpa: Saziya Reporterên Bêsînor bi weşandina daxûyaniyekê ragehand ku hikûmeta Îranê dirêjiyê dide sansora înternetê, û serkuta hevwelatiyên nûçegihan.

Di vê daxuyaniyê de, Saziya Reporterên Bêsînor, rojnamevanan wekî qurbaniyê şerê di navbera baskên hikûmeta Îranê de dibîne.

Saziya Reporterên Bêsînor ragehandiye ku bikarberên telegramê zêdetir ji berê, bûne armanca destbiserkirinên navendên ewlehî û qezayî ên sîstema deshilatdar.

Ji detspêka sala nû ya Zayînî ve, vê saziyê zêdetir ji 94 mînakên destbiserkirina çalakên di Wêbsaytan de, tomar kirine.

Di vê daxuyaniyê de herwisa hatiye: Komara Îslamiya Îranê bi awayekî fermî radigehîne, ku sansora malperan bo parastina xelkê di hemberî pirsên xeyrî exlaqî û tawanan e. Lê di rastî de, ew zêdetir sansorê dixin ser malperên ragehandinê û malperên siyasî û mesebî û malperên parastina mafê jinan di torên civakî de.

Hikûmeta Îslamiya Îranê di rîzbendiya cîhanî ya azadiya çapemeniyan a 2017`an a Saziya Reporterên Bêsînor de, di nava 180 welatên cîhanê de, dikeve rîza 165`an de.

Saziya Reporterên Bêsînor saziyeke bê alî a navneteweyî ye ku bi armanca parastina azadiya çapemeniyan û piştevaniya ji nûçegihanan û rojnamvanan li ser bingeha esla 19 ya daxuyaniya cîhanî ya mafê mirovan çalakiyan dike. Navenda vê saziyê di Fransayê de ye.