Saziya Galop: %57 ji xelkê Amerîkayê li dijî lihevkirina Etomî tevî Îranê ne

20:25 - 18 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Saziya Galopê di rapirsiya xwe ya herî nû de eşkere dike ku, %57’ê xelkê Amerêkayê li dijî lihevkirina etomî ya welatên 5+1 tevî Komara Îslamî ne û, tenê 14%’ê xelkê xwediyê nêrînek erênî di vê derheqê de ne.

Rapirsiya nû ya Galopê dibêje %9’ê wan kesan ku dengê erênî dane lihevkirinê, ser bi partiya Komarîxwaz in û, %50’ê din jî ser bi Partiya Demokrat in.

Galopê herweha dibêje ku, serbarê birêvebirina naveroka lihevkirina nawkî, lê niha jî nêrîna piraniya Amerîkîyan li hemberî lihevkirina etomî nerênî ye û bi giştî tenê %14’ê xelkê xwediyê nêrînek erênî ne û, eva jî vê yekî nîşan dide ku ligorî rapirsiya berî lihevkirina etomî, tu guherînek di nêrîna xelkê Amerîkayê de ,pê nehatiye û piraniya wan berdewam in liser dijatiya lihevkirina nawkî tevî Komara Îslamî.

Hewceyî basê ye ku yekemîn rapirsiya Galopê di sala 1989’an a zayînî hatiye encamdan û têde tenê, %5’ê xelkê Amerîkayê nêrînek erênî li hemberî Îranê hebûne, lê piştî derbazbûna çend salan nêrîna han gehişt %17’ê.

Di nava 28 welatên di nava rapirsiyê de, bi nêrîn axelkê Amerîkayê, Komara Îslamî piştî Sûriye û Koreya Bakûr, welatê herî xirab e.