Rejîma Îranê: Xemilandina Bûk û Zavayan qedexe ye

20:32 - 21 Îlon 2016
Ajansa Kurdpa: Polîsê parêzgeha Farsê di daxûyaniyekî de ragehand ku, birêketina karvanê tirumbêlan digel bûk û zavayan di kolanan de qedexe ye, û hevdem gerek hemû rêûresmek bûk veguhaztinê berî demjimêr 12’ê şevê bidawî were.

Nawenda nûçegihaniya Îlnayê ragehand ku, di daxûyaniya polîsê parêzgeha Fars de ku roja Sêşemî 20’ê Îlonê hate weşandin hatiye ku, salonên “Arayşgah”ên jinan û mêran di şev û roj de, dikarin 18 demjimêran kar bikin û bûk û zavayan bixemilînin.

Di beşek din ya daxûyaniya polîsê parêzgeha Farsê de hatiye ku, wenegirên rêûresmên dawetê jî di şev û roj de tenê dikarin 20 demjimêran weneyan ji rêûresmê bigirin.

Polîsê parêzgeha Farsê sedema wan qedexekirinan vedigerîne ser “Rêgiriya ji belavbûna fesed”ê di rêûresmên bûk veguhaztinê de.

Heyamek berî niha jî Sipaha Pasdarên parêzgeha Farsê ragehand ku, hejmarek ji çalakên pêşeya Modlîngê, ên pêkhatî ji manken, terrah, wênegir û xwediyê botîkên libasan, hatine binçavkirin.