Raportek li ser rewşa nalebar ya Nexweşxane û Zanîngeha bajarê Şinoyê+Wêne

20:34 - 20 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Nexweşxaneya bajarê Şinoyê seva nebûna îmkanên pêwîst û alavên taybet bi “zarok bûna”Jinan welatiyên wî bajarî tûşî asteng û pirsgirêkan kirine.

Li gor gotina welatiyên bajarê Şinoyê, nexweşxaneya “Nebiyê Ekirem” heta niha cihekî taybetî bi alavên pêşkevtî jibo zarok bûna Jinan nine û li dema zarokbûnê de bi neçarî jibo nexweşxaneya bajarê Nexedê tên şandin û ew yek canê Jinên du giyan dixe metirsiyê.

Ji aliyek din, nebûna Kadir û Pizêşkên şareza û pispor li nexweşxaneyê, bûye pirsgirêkek bo welatiyên bajar û xelk tenê seva belengazî û bêderetaniyê serdana vê nexweşxaneyê dikin.

Li gor gotina welatiyên bajarê Şinoyê, nexweşxaneya han li serdemê rejîma Şahê Îranê hatiye çêkirin û her seva vê yekê û derbas bûna zeman, bînaya nexweşxanê gelek kevine. Ew yek li demekê deye ku dewleta Îranê cihek li nêzîk taxa “Seydavê”jibo çêkirina nexweşxaneyek nû diyar kiriye lê bi derbas bûna çendîn salan hêj çi karek li ser vê nexweşxaneya nû nehatiye encam dan û her wek xwe ye.

Bi gotina yek ji welatiyên bajarê Şinoyê,Fermandarê bajarê Şinoyê li civînekê de ku tevî xelkê herêmê hebûye sedema çênekirina vê nexweşxaneyê bi alikariya xelkê Şinoyê tevî partiyên Kurdistanî dizane.

Zanîngeha Bajarê Şinoyê bi awayek demkî kar dike

Zanîngeha bajarê Şinoyê ku li xaniyê navenda “Duxaniyat”(cihê çêkirina cixareyan) dirêjiyê bi karên xwe dide, niha ji aliyê kar bidestên dewleta Îranê daxwaza çol kirinê ji wan tê kirin û egera vê yekê heye li demek nêz de bihê girêdan.

Raydarên dewletî gotine ku çi belegeyek nine ku saxtimanê vê bînayê binavê zanîngehê be û her seva vê yekê dibe li demeke zû de bihê çol kirin.

Zanîngeha bajarê Şinoyê li sala 2005’an de bi alikariya Îmamê rojên Înê yê bajarê Şinoyê û çend kesên din li bînaya saxtamana Muxabiratê de dest bi karên xwe kir ku piştre seva zor bûna rêjeya xwendekaran bo saxtimana Duxaniyatê hate vguhastin.
\"13357.jpg\"

\"13360.jpg\"

\"13361.jpg\"

\"13359.jpg\"