Raporek li derheq mirina 22 welatiyên Kurd li bajarê Sinê seva xwarina Meşrûbê

13:19 - 27 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Êwariya roja Pêncşem 23’ê Şibata 2013’an 50 welatiyên bajarê Sinê seva xwarina Meşrûbê jehrî bûn û jibo nexweşxaneya “Bêset”a sinê hatin şandin.

Nûçegihanê ajansa kurdpa li nexweşxaneya “Bêset”a bajarê Sinê jibilî piştrast kirina nûçeyê ragehand: Di heyamê sê rojên bihurî de 23 welatiyan cane xwe ji dest dane ku temenê wan 30 sal û kêmtire û 21 welatiyên din jî egera mirina wan heye.

Nasnameya 5 kes ji kesên ku cane xwe ji dest dane pêkhatine ji :Sitar Husênpenahî,Ehemd Rostemî,Nejmedîn Saidpena,Kiyumers Rûhllayî û Hemîd hatiye ragehandin.

Kesê ku meşrûb firotiye bi nave “S.A” gatiye girtin.

Ji aliyek din malbatên wan kesên ku cane xwe ji dest dane dibêjin wizareta Îttlata rasterast di boyerê de dest hene.

Berê jî welatiyên bajarê Sinê ragehandibûn ku destê Îdareya Îttlatê di boyerê de xuyaye û
 bi alikariya hin dest û aligirên xwe di nawa bajêrê Sinê de Meşrûban jehrî dike û bi ciwanên bajêr difiroşe.

li gor amara dawîn di destpêka îsal heya niha 10 kesan li Îranê de seva xwarina Meşrûban cane xwe ji dest dane .