Qasim Silêmanî di Sûriyê de birîndar ketiye

20:58 - 26 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Li gora nûçeya Radyoya Feranse “Qasim Silêmanî” fermanderê hêza Quds a Spaha Pasdaran, di şerên Sûriyê de birîndar ketiye. Çavkaniyeke haydar ya ewlehiya Sûriyê û herwiha serokê çavdêr a Mafên Mirovan di Sûriyê de digel piştrastkirina vê nûçeyê ragehandiye ku Silêmanî di çend rojên borî de di dema êrîşên Rojavaya bajarê Helebê de birîndar bûye, lê birîna wî sivik e.

Di heyama çend rojên borî de piştî nûçeya ku derheq kuştin û birîndarbûna Silêmanî di Sûriyê de li ser malper û torên civakî hatibû belavkirin, lê roja Sêşemiyê 3’ê Sermawêzê Remezan Şerîf berdevkê Spaha Pasdaran, ev nûçeya red kiriye.

Ramî Ebdulrahman, serokê Saziya sivîl ya çavdêriya Mafên Mirov a Sûriyê, ji nûçegihaniya Fernasê re ragehandiye ku, Silêmanî 3’ê roj berê di herêma “Elîs” di Başûrê parêzgeha “Helebê” de hatibû kutştin.

Xeyrî Silêmanî, hindek ji fermanderên Spaha Pasdaran a Îranê di Sûriyê û Îraqê de, di heyama çend hefteyên borî de, hatine kuştin û termê wan jî ji bo Îranê hatine veguhaztin.

Di 15’ê Çiriya Paş a borî de, hêzên Spaha Sûriyê ragehand ku, êrîşên wan ji bo bi destxistina herêma Heleba ku li jêr destê Opozisyonê de ye dest pê kiriye, ku di wan êrîşan de hêzên Spaha Îranê û Hizbullahê jî beşdarin û Rûsiya jî piştevaniya esmanî dike.