Polîsên Îranî Alîgirên Kandîd Rûhanî Binçav Dikin

13:47 - 3 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Hejmareke alîgirên kandîdekî reformist yê serokatîya Îranê hatine girtin, li gorî karbidestekî kampêna wî kandîdî.

Muhemed Reza Nematzadeh, birêveberê kampêna Hesen Rûhanî, roja Yekşemê got ku hejmareke piştevanên Rûhanî şeva Şembî hatin girtin piştî wan beşdar di civîneke Rûhanî de kir.  

Di hevpeyvînekê de ligel Ajansa Mehr ya nûçeyan, Nametzadeh binçavkirina alîgirên Rûhanî ragihand.

Hesen Rûhanî yek e ji heşt kandîdan ku bizavê dikin bibin heftemîn serokê Komara Îslamî ya Îranê.

Biryar e ku roja 14’ê Hezîranê hilbijartina serokatî li Îranê birêve biçe.
Jêder: dengeamerîka