Pitir ji 3 milyon kesên bê pênas di Îranê de hene

19:29 - 13 Çirriya pêşîn 2015
Ajanasa Kurdpa: pitir ji 3 milon kes ku piraniya wan zarok in, di Îranê de hene ku xwediyê tu belgeyeke pênasê nine û navê wan di tu rêveberiyeke kesîtiyê de nehatiye nivîsandin.

Li dorî rapora gehiştî destê ajansa nûçegehaniya Kurdpayê, 23 % ji nifûsa Îranê ji zarokan pêk tê û, di vî welatî de tu çareseriyek bo arîşeyên zarokên bêserperest nehatiye danîn û, piraniya hewlên Komara Îslamî ya Îranê, tenê di çarçoveya piropagandayê de ne.

Yek ji kêşeyên welatê Îranê, hebûna zarokên bê şonas in ku piraniya wan di parkan de ji dayîk dibin. Bê goman eva jî vedigere bo hebûna rêjeyek zêde a jinên ser kolanan û piraniya wan jî bi sedema giraniya jiyan û guzerana di Îranê de, zarokên xwe difiroşin. Eva di demekê deye ku rêjeya jinên ser kolanan di Îranê de bi awayeke berçav ber bi zêdebûnê ve diçê û rêxistina “Bêhzîstî” jî nikare bi kiryar rêgiriyê ji wan bike.

Sala 1381’an (2002) yasayek bona berevanî ji mafên zarokan di parlemêntoya Îranê de hat pejirandin, lê bi sedema hincetên “Civata Parêzeran” û nebûna darêjerên siyasî di vê derheqê de, yasaya navbirî bê encam ma, jiber ku mafên wan zarokan ku li derveyî çarçoveya “Nîkah”ê jidayîk dibin, bi yek ji wan arîşeyan tê danîn.