Piştî pênc salan, hêşta jî dosiyeya kuştina jineke Amerîkayî di Tehranê de bê encam maye

21:35 - 13 Hezîran 2016
Ajansa Kurdpa: Bi sedema vê ku ew jina Amerîkayî ku di Tehranê de hate kuştin, Mesîhî bûye, bikujên wê nahêne qesaskirin.

Li gora nûçegihaniyan, piştî derbazbûna pênc salan bi ser kuştina jineke Amerîkayî di Tehranê de, ku hevjînê wê jî Îranî ye, hêşta bikujê navbirî nehatine qesaskirin, û sedem jî ew e ku dadgehê ragehandiye, ku li gora yasayên Îranê, hekî bikuj Misilman nebe, nahê qesaskirin.

Li gora çavkaniyan, hevjînê navbirî di dadgehê de ragehandiye ku hevjîna wê, berî zewicîna bi wî re, bûye Misilman, û belgeyîn hewce jî di vê derheqê radetsî dadgehê kirine, û ew yek daye selimandin.

Lê piştre dadgehê ragehandiye ku dibe diya navbirî jî li dadgehê de berhev be, û daxwaza qesasê bike, û bi xwe jî bibe Misilman.

Piştî lêkolîna zêdetir derket û diya wê jinaAmerîkayî miriye, û di encamê de dadgehê ew dosiye ragirtiye.

Hêjayî basê ye ku bikujê wê jinê jî, bixwe kuştina wê jinê bi destên xwe piştrast kiriye, û reagehandiye ku min û hevalekî xwe, me xwest ku bi kuştina vê jina Amerîkayî, perê wê bidizin.