Pevçûnên çekdar û bikaranîna çekên germ li Îranê %43 zêde kiriye

20:48 - 11 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Mihemed Riza Muqîmî serokê polîsê agahiya hêzên Întizamî ên Komara Îslamiya Îranê di gotûbêjekê de tevî nûçegihaniya Îrna di hemberî zêdebûna %43 ya amara pevçûnên çekdarî û kuştina bi çekên germ û herwisa encamên metirsîdar ên wê bo tenahiya giştî hişdarî da.

Îrna di raporekê de ku her bi vê boneyê ve li gotûbêja digel karnasan belav kiriye, nivîsandiye ku niha yek li ser sê ji kuştinan di Îranê de bi çekên germ rû didin, û herçend li yasayên Îranê de hilgirtina çekên germ cezaya wê giran e, û îdam yan jî aliyê kêm 10 sal zindan heye.

Îrna ji zarê karnasan ve zêde kir ku ji bilî mana sunetên eşîrî û rikberiya di nav malbatan de, kêşeyên civakî bi taybetî bêkarî bûye sedema geşekirina bikaranîna çekên germ di Îranê de.

Îrna piştre ji zimanê xisarnasan û alîkarên civakî ve dinivîse ku: Girûpên xisardîtî ên civakê û bi taybetî nivşa nû ku digel kêşeya bêkariyê û hejariyê berbirû ne, ragirtina çekê û bikaranîna wê bi mafê xwe dihesibînin. Bikaranîna çekên germ bersiva wan daxwaziyên wan e ku hatine serkutkirin, ku dibe sedema binpêkirin yasayan di nav civakê de.

Dezgeha dadweriya Îranê di wan dawiyane de ragehand ku ji sala 1393’an ve zêdetir ji 2 hezar kuştinên bizanebûn, û 1300 destdirêjî di Îranê de rû dane, li demekê de ku zêdetir ji 20 hezar dosiye hatine ser dosiyeyên din di dadgehan de.