PEVÇONA LI NAVBERÎ PJAK Û SIPAYÊ DE 2 KUŞTÎ LÊ KETIN

22:05 - 6 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Du Endamên Sipayê di pevçon tevî Partiya Jiyana Azada Kurdistanê de Jiyana xwe ji dest dan.

Nûçegihaniya Komara Islamî belav kir, Du kes ji Endamên Sipaya Pasdaran ketine kemîna Pjakê li Sînorên Serdeştê û di encamp de Jiyana xwe ji dest dane.

Cîgirê Ragîhandiniya Spiayê ji “Îrna” re got: Navên wan “Ferşîd Beharî” û “Dilêr Mihemmed Rehîmî” bûne.

Wî çavkaniyê ji dayîna peleya Çekdariye wan Du kesan xwe parast.

Her wisa hatibû zanîn ku Du kes ketine ser Mayînê lê hin çavkanî dibêjion ku ewna ketine ber kemînê.

Her wisa di roja 26’ê Tebaxê de jî 4 kes ji Endamên Sipayê di bûyerek Esmanî de Jiyana xwe ji dest dan.