ORHAN MÎROGLO JI ROJNAMEYA TARAFÊ HATE VEQETIYAN

15:08 - 4 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Nivîskar û rojnamevanê Kurd, Orhan Mîroglo ji rojnameya Trafê hate veqetiyan.

Pêka rapora Kurdpa û li gor çavkaniyên fermiye Turkiye, Orhan Mîroglo jib o ku rixneyên Xurt ji Hukemta Turk digire, ji rojn ameya Tarafê hate veqetandin.

Orhan Mîroglo yek ji rixnegirên Dewleta Turk li hember Kurdên Kurdistana Turkiye ye ku çend caran jî jialiyê Nejeadperistan ve gef jê hayiye xwarin.

Ji bo Parêzgeha Mêrsînê weke Kandîdek serbixwe derket hole lê ji bo Parlemêntê nederket ku hin kes dibêje ev yek pilana Nejadperistan bi dijî wî bûye.

Piştî ku bû Endamê Partiya Sosyalist a Kurdistan Turkiye, çend caran ji aliyê Hukûmeta Turk ve hate biçavkirijn û gelek girtîgeh jî kişand.

Li sala 1992’an ji bo cara Yekê Êrîşê bo ser wê Siyasetmadarê hatekirin ku bi Xurî birîndar bû û her dê wê Êrîşê de Mamê wî Jiyana xwe ji dest da.

Ev nivîskarê Kurd heya niha di rojnameya Taraf de dixenbitî û yek ji Rixnegirên Siyasetên Turkiye li ser doza Kurdan bû ku di rojên bihorî de li wê rojnameyê hate veqetiyan.

Ev Siyasetmedarê Kurd, Nivîskarê gelek Pirtûkên Dîrokî û Siyasî li ser doza Kurdan e.

Di Heyvên bihorî de givaşên bo ser Nivîskarên Kurd li Kurdistana Turkiye gîhaye asta xwe a herî berz.

Rojnameya Taraf bo cfara yekê li sala 2007’an de Yekem nivîsên xwe bi Kurdî weşandin ku heya niha jî weşanê bi Kurdî û Turkî didomîne.