Obama “Rewşa awarte” ya di peywendiyên welatê xwe tevî Îranê de, bo saleke din dirêj kir

16:10 - 11 Çirriya paşîn 2015
Kurdpa: Barak Obama Serkomara Amerîkayê, di nameyekê de bo Kongirêsa welatê xwe, ragehand ku peywendiyên Tehran û Waşintonê, hêj venegeriyane ser rewşa asayî.

Ajansa Nûçegehaniya “Kurdpa”yê ragehand ku, rewşa awarte ya peywendiyên di navbera Îran û Amerîkayê de, di sala 1979’an de û bi fermana serkomarê wî çaxê yê Amerîkayê kete qonaxa cîbicîkirinê.

Rewşa han piştî salekê otomatîk tê hiloşandin, lê hekî serkora heyamê 90 rojan berî hatina dema hiloşînê, daxwaza berdewambûnê vê rewşê rabigehîne kongirêsê.

Di parek ji nameya Obama de hatiye nivîsandin ku, roja 14’ê November ya sala 1979’an, serkomarê wî çaxî bi fermana cîbicîkirinê ya 12170 di peywendiya tevî Îranê Rewşa Awarte ragehand û, li gorî yasaya deshilatên taybetî ên aborî û navnetewî, pêngavên têkilîdar bi berbirûbûna tevî gefên ne asayî û taybetî ên çavkanîgirtî ji rewşa Îranê bo tenahî û ewlehiya netewî, avêtiye.

Di nameyê de herweha hatiye ku, peywendiyên me tevî Îranê hêj venegeriyane ser rewşa asayî û pêvajuya birêveçûyîna rêkevtinnameya me ya di berwarê 19’ê January ya sala 1979’an(Girêbesta Elcezayêrê) weke xwe vê her di cihê xwe de berdewam be. Lewra “Rewşa awarte” ku li berwarê 14’ê November ya sala 1979’an de hatiye ragehandin, hewce ye ku piştî 14’ê November a 2015’an jî her berdewam be.

Di dawiya nameyê de hatiye ku, lewra û li gorî benda 202(D) ji yasaya “Rewşên taybetê ên netewî”, ezê “Rewşa awarte” di têkiliyên tevî Îranê de, ku li gorî fermana cîbicîkirinê ya 12170 hatiye ragehandin, bo saleke din vê dirêj bikim.