NY: Kirîza avê di Îranê de micid e

21:10 - 27 Tebax 2016
Ajansa Kurdpa: Perpirsê Hemahengiya Nûneratiya Netewên Yekbûyî li Tehran a serbajarê Îranê ragehand ku, kirîza avê di Îranê de gellek micid e.

Gêry Lûyîz daxwaz ji ragehandin û çepemeniyan kir ku, di vê derheqê de xelkê Îranê haydar bikin.

Navbirî di vê derheqê de ji rêya nawenda nûçegihaniya ÎLNA yê ve hoşdarî da û ragehand ku, di pêşerojek ne dûr de rewşa hewaya Îranê hêj wê bê guherîn û Îran bi giştî wê gerimtir û hişiktir bibe.

Gêrî Lûyîz sedema sereke ya kirîza avê di Îranê de jî vegerand ser, kêmkarî û kêmasiyên dewletên Îranê di 30 heya 40 salên derbazbûyî de, û hişikbûna gola Urmiyê jî vedigere ser biryarên netewî ên deshilatdarên Îranê.

Lûyîz di doma gotinên xwe de eşkere dike ku, pirsgirêka jîngehê di Îranê de micit e û di 2 heya 3 dehikên dahatî de, wê jiyana piraniya xelkê Îranê bixe bin bandora xwe de.