Nûnereke meclisa rejîma Îranê bêhurmetî bi Belûçan kir

14:54 - 25 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Nûnerê binajoxwaz ê meclisa rejîma bi navê Husên’elî şehryarî bêhurmetî Belûçan kir.

Li gora nûçegihaniyan, Husên’elî Şehryarî, nûnerê binaojxwaz ê Zahidanê di meclisa rejîmê de, ku niha jî dîsan xwe berbijêr kiriye bo meclisê, derheq bi dîlgirtina 5 sînorparêzên rejîma Îranê ji aliyê girûpa Ceyş El-‘edl, û piştre jî navbeynkariya Molana Ebdulhemîd pêşnimêjê Suniyan di Zahidanê de got: “Molana bi xwe ew 5 kes biribûn, û bi xwe jî carek din, ew 5 kes ji Ceyş El-‘edlê wergirtin û anîn”.

Ew gotinên wî nûnerê meclisê nerazîbûna xwendekarên amade di hola civînê de, li pey xwe hebû, û gellek ji xwendekaran bi nîşana nerazîbûnê di hemberî vê bêhurmetiya nûnerê meclisê de, civîn bi cî hêlan.

Di bersivê de xwendekarek diçe pişt terîbonê û bi vî rengî pirsekê ji wî nûnerê meclisê dike: “Dema xwe, nûnerekî meclisê li dewrana Ehmedînijad de bêhurmetî bi kesayetiyekî mezin ê Suniyan kir, lê we di hember de tu tiştek negot, gelo tu nûnerê Suniyan î, yan nûnerê Şî’eyan? Hekî we di hemberî vê bêhurmetiyê de bêdengî kiribe, ez her li vir dibêjim, hûn nûner û kirêgirtiyê Amerîka û Îsra’îlê ne”.

Xwendekarek din jî rû li Husên’elî Şehryarî, nûnerê binaojxwaz ê Zahidanê kir û got: “Hûn li vir Molana Ebdulhemîd tawanbar dikin bi alîkariya digel girûpa Ceyş El-feth, ez li vir bi we radigehînim, ku hekî Molana Ebdulhemîd nebe, rewşa ewlekariyê di vê herêmê de, wê roj bi rojê aloztir biba, û eva molana Ebdulhemîd e ku yekîtiyek bihêz di nav xelkê de pêk aniye û bûye sedema nehêlana nakokî û netebahiyan”.

Hêjayî basê ye ku Sîstan û Belûçistan jî yek ji wan herêmên Îranê ye ku di warê aborî de tu xizmeteke wisa pê nehatiye kirin, û xelkê vê herêmê bi sedema Sunîbûnê, li bin zexta herî zêde ya hêzên Îtila’atî û ewlekariyê ên rejîma Îranê de ne, her bi sedema zulm û zordariya li ser xelkê vê herêmê çendîn girûpên tundrev û cudaxwaz di vê herêmê de hatine avakirin û gellek caran di encama şer û pevçûnên di navbera wan aliyan di gel hêzên rejîmê, gellek kes canê xwe ji dest didin.