Nivîskarekî kurd piştî du hefteyan niha jî çarenûsa î ne diyar e

13:56 - 4 Adar 2012
Kurdpa: çalakvanekî ferhengî ê bajarê Pawe piştî derbasbûna du hefteyan ji girtina wî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve niha jî qedera wî nediyar e.

Li gorî nûçeya Ajansa Kurdpa du hefteyan berî niha Necîb Hesenî ji çalakên ferhengî ên Pawe ji aliyê nawendên ewlehî ve hatiye girtin û heya niha qedera wî ne diyar e.

Hêzên ewlehiya Îranê piştî destbiserkirina Necîb dest bi ser kompyoter û komek kitêbên wî çalakê ferhengî de girtibûn.