Navinca Temenê Bengdarên Madeyên Sirker Li Îranê, 29 Sal E

12:10 - 28 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Li gor serjimêriyên herî nû temenê bengdarên madeyên sirker li Îranê de 29 sal e û %93 ji bengdaran mêr û %7 ji wan jin in.

Berpirsê Giştî yê Navenda Karûbarên Çandî û Pêşgirtin ji Madeyên Sirker, Dr. Hemîd Seramî serbarê ragihandina vê serjimêriyê got: “Jimareya tûşbûyan bi madeyên sirker berdewam ber bi zêdebûnê diçe û pêwîst e ku bernameyên pêşîgirin ji vê diyardeyê were danîn.”


Navbirî sedemên ttûşbûn bi madeyên sirker di sê faktên wek nebûna sozdarî, nebûna rezayeta cinsî û pirsa aborî de zanîn. Lê beşek ji karnasên Civaknasî li Îranê zêdebûna vê diyardeyê li Îranê vedigerînin bo sedemên bêkarî, xemokî, siyasî, civakî û kultûrî.

Zêdeyî %70 ên tûşbûyan bi nexweşiya HIV li Îranê ji rêya madeyên sirker ve tûş dibin û dewleta Îranê kesên îdzî di vî welatî de 80 hezar kes raginadine.