Meûd Barzanî tevî Alî XAmineyî civîya

12:01 - 31 Çirriya pêşîn 2011
Kurdpa: Serokê Herêma Kurdistanê di navbera seredana xwe bo Îranê bi Alî Xamineyî Rêberê Komara Îslamî a Îranê re civîya.
Nûçegehaniya Fars belawkir ku, Xamineyî di vê hevdîtinê de ji Serokê Herêma Kurdistanê re ragehand ku, ew pêşwaziyê ji Îraqa yekparçe bi tev pêkhateyên wê yên neteweyî re dikin.
Rêberê Hikûmeta Komara Îslamî a Îranê di parek din a axavtina xwe de got ku, xweragiriya “qewm û olên” cuda cuda yên Îraqê li hember dagîrkerên Amrîkayê bûye cihê keyfxweşiya wan.
Pêka çavlaniya han, Mesûd Barzanî di wê hevdîtinê de eşkere kiri ku, hamwilatiyên herêma Kurdistanê tu car arîkariyên Komara Îslamî a Îranê jibîr nakin û îro pêde jî me hewcehiyek zêdetir bi arîkarî û hewhizriya tevî Hikûmeta Komara Îslamî a Îranê heye.
Serokê Herêma Kurdistanê berwara 7’ê Xezelwerê di Konfiranseke xeberî de tevî Alîekber Salihî wezîrê derwe yê Hikûmeta Tehranê ragehand ku, êdî em nahêlin car din tixûbên herêma Kurdistanê û hikûmeta Îranê hevrîşê netenahiyê bibe û ew yê rêçareyên herî jêhat bo tenahiya sinûran li pêş bigrin.
Di wî warî de, malpera Hawwelatî nûçeyek di bin navê, “Barzanî li Îranê jî ala xwe ji bîr kir” belaw kir.
Di doma vê nûçeyê de hatiye ku, di konferansa xeberî a di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û wezîrê derwe yê Hikûmeta Îranê de, cuda ji du alayê Îranê tu alayek din nahê xuya kirin.