Li seqizê pêşwaziyeke germ ji pêşangeha Hunermendeke Paweyî hate kirin

22:13 - 23 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Hunermendê dest rengîn ê Kurd Beşîr Nasirî di doma çalakiyên xwe de pêşangeheke neqaşiyê vekir.

Li gora nûçeya gihîştî bi Ajansa Nûçegihaniay Kurdpa Hunermendê dest rengîn ê Kurd Beşîr Nasirî di doma çalakiyên xwe de pêşangeheke neqaşiyê vekir, û bi 17 kevalan li nîgarxaneya bajarê Seqizê de derkete pêşberî hunerhezên xwe.

Navbirî ku xelkê Paweya ser bi Kirmaşanê ye di warê hunerê de xwendina xwe bi dawî aniye, û di heyama sala borî de çendîn berhemên hunerî afirandine, ku ya herî girîng jî Tendîsa hunermendan Mezher Xalidqî û Şêrko Bêkes û Xalo Husên Kûhken û Mamosta Hejar û Mewlewiyê Kurd û …hwd ye.

Heya niha 2 berhemên wî wekî peykerê Mewlewiyê Kurd û Mîrza Ebdulqadir li qada bajarê pawe de hatine danîn.