Li şaristana Perdîsê, se bi saxî hatin şewitandin

21:52 - 28 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Piştî vê ku li bajarê Bomêhên a ser bi şaristana Perdîs a Tehranê, seyên ku di nav tax û kolanên bajar de belav dibin, saxe sax hatin şewitandin, şaredarê Tehranê berbirûyê pêleke nereazîbûna xelkê bû.

Li gora nûçegihaniya, piştî belavbûna vê nûçeyê bi taybetî di torên civakî de, şaredarê Bomêhênê jî helwest girt, û ragehand ku şewitandina wan seyan, karê me nebûye, û şaredariyê tenê daxwaza komkirina wan seyan kiribû, û çendîn carî jî hêza Întizamî bi xwediyên wan ragehandibû, ku wan seyan kom bikin, û bibin, lê wan guh nedabû vê daxwazê.

Tac Mihemedî Şaredarê bajarê Bûmêhênê ragehand ku em ret dikin ku hêza Întizamî ew kar kiribe, û bi bawera me xwediyên wan seyan, bixwe se bi vî rengî kuştibin û şewitandibin, da ku bala xelkê bo aliyê xwe rakêşin, û şaredariyê û hêza Întizamî gunehbar nîşan bidin, lê emê di vê derheqê de, lêkolînan bikin.