Li Îranê 30 Hezar Qutabiyên Bengdar Hene

13:07 - 5 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Li gor serjimêriyên herî nû, 30 hezar qutabiyên bengdar bi madeyên hişber li Îranê de hene û wezareta Perwerde jî pêka biryarek nû hemû qutaniyên bengdar li qutabxaneyan der dixe û piştre radigihîne ku me tu qutabiyek bengdar ninin.

Li gor serjimêriya saziya Xebat Li Dijî Madeyên Hişber Li Îranê, 30 hezar qutabiyên bengdar bi vê madeyê hene. Herwiha li gor gotinên Seidulah Nesîrî, Berdevkê Komîsyona Perwerde a Meclîsa Îslamî, %30 qutabiyên welat mijûlî cixare û qelyûnkişandinê ne û eva jî destpêka tûşbûn bi madeyên hişber e.

Ji aliyek din ve li gor gotinên Ehmedî Muqedem, berpirsê berê yê saziya Xebat Li Dijî Madeyên Hişber, wezareta Perwerde ya Îranê qutabiyên bengdar li qutabxaneyan de derdixe û hevdem radigihîne ku me tu qutabiyên bengdar nine.

Navbirî herwiha zêde kir ku piraniya kesên ku dev ji xwandinê berdane, ji wan bengdaran in.