Li Erakê babekî bi sedema hejariyê 3 zarokên xwe erzanfiroş kirin

21:20 - 9 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Malbateke hejar û desteng li parêzgeha Erakê, piştî vê ku bi carekê bûne xwediyê 3 zarokan, bi sedema nebûna têçûya nexweşxaneyê, neçar man ku 3 zarokên xwe erzanfiroş bikin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, li parêzgeha Erakê jinekê bi hevre 3 zarok anîn dinê, lê babê wan zarokan bi sedema vê ku pereyê têçûya nexweşxaneyê nebû, biryar da ku her 3 zarokên xwe yê taze jidayîk bûyî bifiroşe.

Di despêkê de babê zarokan buhayê 40 milyon Tûmenî liser her zarokekî xwe dadinê, lê piştre neçar dimîne ku her yek ji zrokên xwe bi buhayê 20 milyon Tûmenî bifiroşe.

Rojnameya “Armanê Êmrûz” di vê derheqê de ragehand ku, diyardeya kirrîn û firotina zarokan di Îranê de diyardeyek nû nine, lê di çend salên derbazbûyî de bi medyayîkirina mijarên han, bala civakê bo ser vê diyardeyê zêdetir kişandiye.

Berpirsê Civata Xisarnasiyên Civakî yên Îranê derheq bi diyardeya firotina zarokan di Îranê de dibêje ku; “Firotina zarokan yek ji wan diyardeya ne ku cî û pêgeha mirovahî û civakê, dixe jêr pirsyarê”.

Di yasaya piştevaniya ji zarok û nûcivanan de ku sala 2002’an ji aliyê Meclisa Şêvra Îslamî ya Îranê ve hatiye pejirandin hatiye ku, kirrîn û firotin û mifah wergirtin û bikaranîna zarokan bo karên neyasayî û qaçax û her karek din ya bi vî rengî, wê bi 6 heyv heya salekê cezaya “Hebsê”, yan jî cezaya 10 heya 20 milyon Qiranî cerîmê bê mehkûmkirin.