Li bajarê Tehranê zarokên kar armanca destdirêjiyên cinsî ne

15:51 - 18 Çirriya pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: piraniya wan zarokên ku li kolanên bajarê Tehranê kar dikin, dibin armanca destdirêjiyên cinsî.

Li gorî nûçeya Ajans nûçegehaniya Kurdpa yê, %29 ji zarokên bajarê Tehranê kar dikin û, %32 ji wan jî dibin armanca destdirêjiyên cinsî.

Rêkxistinên nefermî ên parastin mafên zarokên kar radigehînin ku, %5 ji zarokên kar ên bajarê Tehranê tûşî nesaxiya “HIV” bûne û roj bi roj jî hejmara wan ber bi zêdebûnê ve diçe.