Keçka Wêblagnivîse Ya Kurd Hat Destbiserkirin
Keça xwendekar û wêblagnivîs a Kurd û xelkê Kirmaşanê, Rojîn Mihemedî, piştî ku bo Îranê vegeriya li balafirxanê de hat destbiserkirin û bo zîndana Êvînê hat şandin.
Keça xwendekar û wêblagnivîs a Kurd û xelkê Kirmaşanê, Rojîn Mihemedî, piştî ku bo Îranê vegeriya li balafirxanê de hat destbiserkirin û bo zîndana Êvînê hat şandin.
Sê penaberên Kurd ên Feylî ku li kempa penaberî ya Darwîn li Ustiraliya hatine destbiserkirin, wek diyarkirina nerazîbûna xwe derbarê rewşa xirabe xwe û siyaseta dewleta Ustiraliya devê xwe dûrîn û gireva birçîbûnê giritine.
Di encama destrêjiya rasterast ya hêzên întizamî yên Îranê, welatiyek Kurd bi navê Rehman Bayzîdî li Serdeştê canê xwe ji dest da. Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li bajarê Mehabadê, Rehman Bayzîdî xelkê bajarê Mehabadê li cihek bi…
Bi sedema destrêjiya rasterast ya hêzên întîzamîn ên hikûmeta Îranê bo ser komek ji kasibkarên sersînor ên Serdeştê, kasibkarek hat birîndarkirin û 14 ser hespên bar hilgir hatin kuştin.
Dadgeha Şoreş ya bajarê Seqizê, 18 meh zîndana Tezîrî ji bo welatiyek Kurd ê bajarê Seqizê bi navê Ebûbekir heyderî der kir.
Hêzên ewlekarî ên Hikûmeta Îranê rê neda ku nivîskar û rewşenbîrên Kurd û Fars ên Îranê beşdarî li panzdehemîn Festîvala Wejeyî- Rewşenbîrî ya Gelawêj li Herêma Kurdistanê de bikin.
Di yek ji derwazeyên bajarê Îslam Abada Xerb li Parêzgeha Kirmaşanê û li çend kîlometriya bajar welatiyek bi navê A-I heyamê 2 salan e ku li jêr pirdekê de dijît.
Li heyamê hefiya derbazbûyî de du çalakên sivîl ên bajarê Sine û endamên Civata Kesk a Kurdistanê bi navên Kawe Tehmasubî, temen 26 salî û Rizgar Rewşenî temen 32 salî, ji tirsa egera destbiserkirinê, neçar man welat bi cî bihêlin.
Li rojên derbazbûyî de yekemîn karwana alîkariyên xelkê bajarê Urmiuê bo lêqewmiyên erdheja Wanê, gihîşte vî bajarî.
Li gor rapra Saziya piştevanîkirin ji mafê jinan li Herêma Kurdistanê de, li salên borî de heta niha, xwekujiya jinan li Herêma Kurdistanê de jorde çûye bi awayekê ku di 3 salên derbazbûyê de 1012 kesan xwe şewitandine.