Malbata qurbaniyên Şirnexê daxwzkarê avakirina monomontekê ne
Malbatên goriyên bûyera Şirnexê daxwaza avakirina monomênteke ji bo rêzgirtina ji qurbaniyên Roboskiyê ji Mesud Barzanî kirine.
Malbatên goriyên bûyera Şirnexê daxwaza avakirina monomênteke ji bo rêzgirtina ji qurbaniyên Roboskiyê ji Mesud Barzanî kirine.
Bo yekemîn car pêşangeheke berfireh ya pirtûkên herêma Kurdistanê ku nêzîk bi 2500 navnîşanên pirtûkan bixwe ve digre, li 23 heya 29’ê Rêbendanê li bajarê Sinê de wê birêve here.
Bi egera nivîsandina mijarekê li derbarê nasyonalîzma Kurd li kovara xwendekariya “Jîwar” de, besîcên xwendekarî û heraseta zanîngeha Kurdistanê gef li berpirsyarên vê kovarê xwarin.
Du xwendekarên Kurd ên zankoya azad ya bajarê Mehabadê piştî borîna du mehan bi ser destbiserkirina wan ji aliyê hêzên ewlekariyê a Hikumeta Îslamiya Îranê ve, qedera wan ne rohn e.
Kela Qebanê ku wek yek ji şûnwarên dîrokî ên Kurdan tê hesibandin bi sedema kêmtirxemiya nawendên têkildar li bereberê jinavçûnê de ye.
Îbrahîm Yunisî nivîskar û wergêrê navdar ê Kurd piştî berêkaniya bi nesaxiya “Alzaymêr” re, li temenê 85 saliyê de koça dawiyê kir. Sîrwan Yunisî keça Îbrahîm Yunisî tevî piştrastkirina vê nûçeyê got: “Piştînîvroya çarşemiyê 19’ê Rêbendanê…
Piştî vê ku şeva duşem li ser sêşemiyê erdhejekê bajarê Silêmaniyê hejand, sibêdehiya sêşemiyê jî erdhejek din herêma Hewraman jî hejand.
HPG’ê teqîna çend rojan berî niha ya boriya nefta Kerkûkê bo Turkiyê bi awayek fermî girte stûyê xwe.
Bona bi bîranîna 80’emîn salvegera koça dawiyê ya Qedemxêr li rojên 21 û 22 Rêbendana sala 1390’î de, wê fistîvala Qedemxêr li bajarê Silêmanîyê de birêve here.
Nnûçegihaniya Mêhr nûçegihaniya nîwe fermî ya Hikumeta Îslamiya Îranê nûçeya hukmê îdama Zanyar û Luqman Moradî du girtiyên siyasî ên Kurd piştrast kir.