Zext û givaşên hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê li ser welatiyan
Hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê li Sine a rojhilatê kurdistanê, bo careke din rijiyan ser şeqaman û bi komkirina satalît û mahwareyan, dest bi eziyeta hemwelatiyan kirin.
Hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê li Sine a rojhilatê kurdistanê, bo careke din rijiyan ser şeqaman û bi komkirina satalît û mahwareyan, dest bi eziyeta hemwelatiyan kirin.
Karkerên fabrîqeya petrokîmî a Mehabada rojhilatê kurdistanê, bi sedema nedana heqdestê wan û bêdengiya berpirsên karxaneya navborî, dest bigirevê kirin û neçûn ser kar.
Rexma kêmbûna pêdiviyên perwerdeyî li dibistanên Urmiyê, îdareye Perwerde û Hînkirinê tekez liser birêvebirina neçarî a merasîma “Dehika Fecir” li xwendîngehên wê parêzgehê dike.
Keçeke 18 salî a bajarê Sine a rojhilatê Kurdistanê, agir berda leşê xwe ku bi vê re xanûman jî şewitîn û bûn rejî.
Di heyamên borî de, bi sedema çalakiya girûpên radîkalên Îslamî ên alkarên DAÎŞ’ê li rojhilatê Kurdistanê, 11 ciwanan li Mehabad û Siqizê xwe bi çekdarên wê rêxistinê dan naskirin.
Daketina pir zêde ya pileya germayê û barîna befrê li tixûbên sînorî ên Pîranşehra rojhilatê Kurdistanê, mirina 2 kasibkaran bi pey xwe anî.
Li qereqol (paygah) eke kevin a Merîwana rojhilatê Kurdistanê, teqîna mayînekî birîndar bûna 2 welatiyên Kurd ên wî bajarî bi pey xwe hişt.
Tevî vê yekê ku hînkirina xwendevanan li welatê Îranê bi başî bi rêve naçe, lêdan û kutana hînberan jî pirsgirêkên wan li rojhilatê kurdistanê zêdetir kiriye.
Hejmara xwekuştina ciwanan nemaze xwendekaran li rojhilatê kurdistanê zêdebûye. 3 keç û xortên Kurd bûyerên diltezîn ê xwekujî pêkanîn.
Hêzên îdareya Ewlekarî (Îtilaat) a ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê li Baneya rojhilatê Kurdistanê, bava çalakvanekî siyasî bangî wê navendê kirin.