Cenazeyê nîvîskar Ehmed Qazî sipartin axê
Piştî vê ku nivîskar û rojnamevanê binavûdengê Kurd Ehemd Qazî, li Tehrana Paytextê Îranê çû ber dilovaniya Xwedê, duh cenazeyê wî li Mahabada Rojhilatê Kurdistanê, teslîmî erdê kirin.
Piştî vê ku nivîskar û rojnamevanê binavûdengê Kurd Ehemd Qazî, li Tehrana Paytextê Îranê çû ber dilovaniya Xwedê, duh cenazeyê wî li Mahabada Rojhilatê Kurdistanê, teslîmî erdê kirin.
Ehmed Qazî nivîskarê navdar ê Kurd û ji hevalên mamoste Hêmin, bi sedema nexweşiya rêviyan li Tehrana paytextê Îranê koça dawî kir.
Bi gule reşandina rasterast a hêzên leşekerî ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê, ciwanekî Kurd ê Nûdşeya ser bi Pawe li Rojhilatê Kurdistanê, bi awayekî giran hat birîndarkirin.
Xwendekareka Îlama Rojhilatê Kurdistanê bi sedemeke nediya, dest bi xwekuştinê kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Agir pêketina deverên Îlama Rojhilatê Kurdistanê, zirareke mezin gihand daristanên Zagrosê û xwezaya zinarên Kurdistanê bi kirîzeke micid re rû bi rû hişt.
Ciwanekî Kurd li Bokana Rojhilatê Kurdistanê, dema mijûlî kar dibe, nişkawe ji avahiyek 4 qatî dikeve xwar û demildest jiyana xwe ji dest dide.
Birêveberên bendava “Dariyan” bi hinceta lêdana cadeyê, beşek berçav ji darên berû li 5 kîlometreya bajarê Paweya Rojhilatê Kurdistanê, girtine berxwe û bi lêdana rê û banan wan tune dikin.
Seyrangeheke bajarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê, tûşî şewatê bû û xisareke mezin a parastina xweza û ekolojî bi pey xwe hişt.
Di berdewamiya pêla binçavkirin û girtina hemwelatiyan li Rojhilatê Kurdistanê de, du kes ji şêniyên bajarê Kamyaranê ji aliyê hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta îslamiya Îranê ve hatin binçavkirin.
Bo cara yekemîn pêşangeha berhemên wênekêşên Rojhilatê Kurdistanê, li holeya çand a Sîmorx li Bokanê birê ve çû.