Hejmarek ji kolberên Kurd li sînorê Newsûdê rastî teqeyê hatin
Roja Yekşemî 27`ê Rêbendanê, hejmarek ji kolberên Kurd li sînorê Newsûdê a ser bi bajarê Paweyê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve rastî gullereşandina rasterast hatin.
Roja Yekşemî 27`ê Rêbendanê, hejmarek ji kolberên Kurd li sînorê Newsûdê a ser bi bajarê Paweyê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve rastî gullereşandina rasterast hatin.
Roja Yekşemî, 27`ê Rêbendanê, 2 hepsiyên siyasî yên kurd bi navên “Kamiran Derwîşî û Siyamek Eşrefî”, ji benda hepsiyên siyasî a girtîgeha Urmiyî bi benda Lawan a wê girtgehê hatine weguhastin.
Êwara roja Yekşemî, 27`ê Rêbendanê, Kolberekî Kurd bi navê, “Kamran Qadirî”, xelkê gundê”Serdûş”a girêdayê bajarê Merîwanê, di encama teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê de, birîndar bû.
Roja Yekşemî 27`ê Rêbendanê, ji aliyê berpirsê bendîxanê ve daxwaz ji girtiyên girtîgeha bajarê Urmiyê hatiye kirin ku beşdarî yê li 11`mîn xula hilbijartina rejîmê de bikin.
Roja Şemî 26`ê Rêbendanê, “Siyamek Eşrefî”, hepsiyê siyasî yê Kurd, di girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de, dest avête gireva birçîbûnê.
Roja Pêncşemî 24`ê Rêbendanê, “Şadman Benî Beşer” xelkê bajarê Sineyê, endamê girûpa Çiyagerî a “Çilçeme” ji aliyê hêzên Îtila`atê ve, hate desteserkirin.
Roja Înê 26`ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Muhsên Nûrî” kurê Îbrahîm xelkê gundê “Salyan” a ser bi navçeya Jawero ya bajarê Sineyê, di dema girêdana darbestê bo banghêjiya helbijardinê, rastî berq girtinê hatiye.
Roja Çarşemî, 23`ê Rêbendanê, endamê Encumena Sendîka ya Mamostayên Kurdistan-Merîwan, “Eskender Lutfî”, ji aliyê dadgeha gîştî ve, bi 2 sal heps hate cezadan.
Roja Sêşemî 19`ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Fuwad Wekaletî” xelkê bajarê Makûyê, bo derbaskirina heyama hepsa xwe bo girtîgeha bajarê Makûyê hate veguhastin.
Roja yekşemî 20`ê Rêbendanê, Çar hepsî yên bi navên “Mihemed Elyasî”, “Hîwa Qurbanî Eqdem” xelkê gundê “Qeregol” û “Mensûr Şareban” xelkê gundê “Birayimabad” û “Hejar Ebasî” xelkê gundê “Guwêcelî” a bajarê Bokanê, di girtîgeha navendî a…