“Sabir Nadirî” di girtîgeha navendî a bajarê Sineyê de hate azadkirin
Roja Duşemî 18`ê Xakelêwe, “Sabir Nadirî”, hepsiyê siyasî yê xelkê bajarê “Qurwe”yê, piştî 18 meh heps di girtîgeha navendî a bajarê Sineyêde, di encama lêbûrîna Newrozê a dezgeha dadweriyê, hate azadkirin.








