Zeyneb Celaliyan bo girtîgeha Qerçekê hate veguhastin
Roja Şemî 13`ê Banemerê, “Zeyneb Celaliyan”, hepsiya siyasî a Kurd a xelkê bajarê Makoyê, bo girtîgeha Qerçek a bajarê Weramînê hate veguhastin.
Roja Şemî 13`ê Banemerê, “Zeyneb Celaliyan”, hepsiya siyasî a Kurd a xelkê bajarê Makoyê, bo girtîgeha Qerçek a bajarê Weramînê hate veguhastin.
“Seîd Şîrzad”, Îro Şemî 13`ê Banemer, piştî derbaskirina heyama hepsa xwe, ji girtîgeha Recayî Şehr a bajarê Kerecê hate azadkirin.
Roja Înê 12`ê Banemerê, termê du welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên “Faxir Tazê Warid” û “Reşîd Pîrotî” ku bi sedema bombebarana balafirên şerker yên Turkiyê ve li bilindahiya çiyayê “Xwakurk”ê a ser bi herêma Kurdistanê,…
Roja Çarşemî 10`ê Banemerê, li nêzîbûna roja cîhanî ya Kedkaran, Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Sine du çalakvanên Kedkarî û du kesên din ên bi navê, “Mizefer Salihniya” digel hevjîna wî bo wê navendê gazî kirin û lêpêçîn digel wan kir.
Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Şinoyê yê bi navê “Zurar Peyxamî”, bi sedema kuştina welatiyekî din, hegera lisêdaredana wî di girtîgeha bajarê Urmiyê de, li gorê de ye.
Berêveberê Giştî yê Pizîşkiya Yasayî ya parêzgeha Sineyê, “Bêhtaş Xanabadî”, ragihand: “Li sala 1398`an heya niha, di parêzgeha Sineyê de, 39 kedkar bi sedema bûyerên ser kar canê xwe ji dest dane.”
Sibêdeha îro Duşemî 8`ê Banemer, hepsiyek bi navê “Keywan Ellahmuradî” xelkê gundê “Bilwanava” a ser bi bajarê Dêwulanê, bi tawana “kuştina bi zanebûn” di girtîgeha navendî a bajarê Sineyê de hate îdamkirin.
Roja Şemî 6`ê Banemer, welatiyek bi navê “Cemîl Xadim” yê temen 42 salî, ji sêrêya “Sêro” a ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.
Bi sedema teqîna yek ji mînên bicihmayî yên şerê Îran û Îraqê di devera Mêhran a ser bi bajarê Îlam de, efser û leşkeriyek birîndar bûn.
Efşîn Husênpenahî, çalakvanê medenî û jîngeparêz û hepskirî di girtîgeha navendî a bajarê Sineyê de, ber lêxweşbûna bi merc ket û ji girtîgehê hate azadkirin.