Amar çend sal a girtîgeh û cezaya wan di sala 1399`an a Rojî de
Di sala 1399`an de zêdetir ji 400 sal girtîgeh û 340 qamçî ceza bo 123 welatiyan li Kurdistanê hatiye ragihandin.
Di sala 1399`an de zêdetir ji 400 sal girtîgeh û 340 qamçî ceza bo 123 welatiyan li Kurdistanê hatiye ragihandin.
Îro Yekşemî 8`ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd yê bi navê “SelahEdîn Eflîde”, kurê Rehman û xelkê Mihabadê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.
Navenda amarî ya Saziya Mafî Mirovî ya “Kurdpa”yê, xişteya amarî ya 10 sale ya kuştina kolberan di Kurdistanê de belav kir.
Şeş kes li du malbatin xelkê bajarê Îlamê, di dema seyranê de, bi sedema gazgirtinê di bin xîvetê de canê xwe ji dest dan.
Girtiyekî siyasî yê Kurd yê bi navê “Yasir Edwayî” 28 salî û xelkê gundê “Silîn” yê ser bi bajarê Sewlava li girtîgeha bajarê Merîwanê ji mafê mirexesiyê hatiye bêparkirin.
Roja Înê 6`ê Xakelêwe, Şêrko Agûşî, girtiyê siyasî û xelkê bajarê Pîranşehrê, piştî bi dawîhatina heyama murexesiya xwe vegeriya bo girtîgeha bajarê Nexedeyê.
Li gorî amara Encûmena “Sewzî Çiya” ya Merîwanê ku belav kiriye, 188 haletên agirpêketinê li daristanên Merîwan û Sewlavayê di sala 1399`an de rû daye.
Şeva Çarşemî 4`ê Xakelêwe, kolberekî Kurd yê bi navê “Fehîm Mamedî Qizilkend”, temen 35 sal û xelkê bajarê Selmasê, bi sedema sir û seqemê li ser sînorê wî bajarê canê xwe ji dest da.
Roja Sêşemî 3`ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd yê bi navê “Kerîm Me`irûfpûr”, temen 27 sal û xelkê bajarê Nexedeyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Pênc welatiyên kurd yên bi navên “Salih Hesenpûr, kurê Ebûbekir, Elî Hesenpûr, kurê Ebûbekir, Îsa Hesenpûr, kurê Salih û Hadî Xalindzade”, xelkê gundê “Kanîreş” û Murad Rehayî”, xelkê gundê “Qelatiyan” yê ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên…