Du girtiyên siyasî bo girtîgeha vekirî hatine veguhastin
“Bapîre Berze” û Keywan Nijadresûl”, du girtiyên siyasî yên xelkê bajarê Pîranşehrê bo girtîgeha vekirî hatin veguhastin.
“Bapîre Berze” û Keywan Nijadresûl”, du girtiyên siyasî yên xelkê bajarê Pîranşehrê bo girtîgeha vekirî hatin veguhastin.
Roja Şemî 2`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Îbrahîm Tarîmuradî”, temen 55 salî û kurê “Mihemedsalih” û xelkê gundê “Emrole” ê ser bi bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Welatiyekî Kurd ê bi navê “Selah Behramiyan” xelkê gundê “Gundewêle” yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Şinoyê bi serokatiya dadver “Rezayî” ve, du sal girtîgeha te`izîrî bi ser de hatiye sepandin.
Navenda Amar a Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di raporeke amarî de, îşare bi girîngtirîn haletên binpêkirina mafê mirovî li Kurdistanê di meha Pûşpera sala 1400`an de dike ku kurtiyek ji wê bi wî awayî ye:
Taya 4 a dadgeha pêdeçûnê ya bajarê Sineyê, girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê bajarê Baneyê “Saman Kerîmî”, bi 9 sal girtîgehê ceza kir.
Roja Duşemî 28`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Qasim Ezîziyan”, temen 28 salî, kurê Resûl û xelkê gundê “Lec” ê ser bi bajarê Mihabadê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî de hate azadkirin.
Roja Şemî 26`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Yasir Mengurî”, xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Du girtiyên siysaiyên Kurd ên bi navên “Yaqûb Mihemedî” û “Keywan Mamegule” xelkê bajarê “Goêktepe”yê , piştî bi dawîhatina heyama girtîgeha wan ji girtîgeha bajarê Mihabadê hatine azadkirin.
Qedera welatiyekî Kurd yê bi navê “Emîn Îranîzade” Kurê Nasir û xelkê gundê “Qasimlo” ê ser bi bajarê Urmiyê, piştî binçavkirinê hêj nexuya ye.
Roja Şemî 26`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ceifer Hesenpûr”, temen 42 salî, kurê Sidîq, xelkê gundê “Kanîreş” û rûniştiyê bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hate azadkirin.