Welatiyekî Kurd li Dîwanderê hate binçavkirin
Roja Dûşemî 5`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Fuad Hebîbî” xelkê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexûya hate veguhastin.
Roja Dûşemî 5`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Fuad Hebîbî” xelkê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexûya hate veguhastin.
Roja Sêşemî 5`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Selam Kurde” kurê Zurar û xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Îro Sêşemî 5`ê Gelawêjê, welatiya Kurd a xelkê bajarê Bokanê, “Ezîme Nasirî”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Îro Sêşemî 5`ê Gelawêjê, girtiyê berê yê siyasî û xelkê bajarê Şinoyê “Luqman Ezîzî” bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.
Roja Dûşemî 4`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Xelîl Eynî”, xelkê gundê “Sîngan” ê ser bi bajarê Şinoyê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtla`ata bajarê Şinoyê, lipêrsîn lêhate kirin.
Roja Dûşemî 4`ê Gelawêjê, kolberekî Kurd ê bi navê “Fereydûn Salihî” xelkê bajarê Bokanê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejal”ê girêdayê bajarê Baneyê canê xwe ji dest da û çendîn kolberên din jî birîndar…
Roja Yekşemî 3`ê Gelawêjê, kedkarekî Kurd ê bi navê “Eta Se`îd Efşar” xelkê gundê “Kanîsanan” ê ser bi bajarê Merîwanê, bi sedema celteya dil li bajarê Helebçê li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest da.
“Bapîre Berze” û Keywan Nijadresûl”, du girtiyên siyasî yên xelkê bajarê Pîranşehrê bo girtîgeha vekirî hatin veguhastin.
Roja Şemî 2`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Îbrahîm Tarîmuradî”, temen 55 salî û kurê “Mihemedsalih” û xelkê gundê “Emrole” ê ser bi bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Welatiyekî Kurd ê bi navê “Selah Behramiyan” xelkê gundê “Gundewêle” yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Şinoyê bi serokatiya dadver “Rezayî” ve, du sal girtîgeha te`izîrî bi ser de hatiye sepandin.