Welatiyekî Kurd li bajarê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin
Roja Yekşemî 4`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “ Arman Esedî” xelkê bajarê Dîwanderyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Roja Yekşemî 4`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “ Arman Esedî” xelkê bajarê Dîwanderyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Roja Çarşemî 31`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “ Selah Husênpena “ xelkê bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.
Sibêdeha roja Duşemî 5ê meha Rezberê, du kolber ên bi navên “Serkewt Keremî” û “Mesûd” xelkê bajarê “Ciwanro”yê bi sedema berbûn ji bilindahiyê li sînorê “Newsûd”ê birîndar bûne.
Roja Yekşemî 4`ê Rezberê, bi sedema bûyera kar, ciwanekî temen 21 salî yê bi navê “Yeqûb Patînî” xelkê bajarê Mihabadê, canê xwe ji dest da.
Roja Şemî 3`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ramîn Ramîn” xelkê gundê “Qarnê” yê ser bi bajarê Nexedeyê, ji girtîgeha bajarê Mihabadê hate azadkirin.
Ji qedera welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê yê bi navê “Rehman Esedî” kurê “Mehmûd” û xelkê gundê “Alyava” yê ser bi bajarê Şinoyê ku li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê de ye, , ti zanyariyek ji ber dest de nîne.
Roja Duşemî 3ê Rezberê, Keçeke nûgihan a 12 salî ya bi navê “Semîra Seîdî”, bi rêya xwelidarvekirinê dawî bi jiyana xwe anî.
Navenda Amar a Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di raporeke amarî de, îşare bi girîngtirîn haletên binpêkirina mafê mirovî li Rojhilatê Kurdistanê li heyama 6 mehên destpêka sala 1400`an kiriye ku kurtiyek ji wê raporê bi wî awayî ye:
Welatiyekî Kurd ê bi navê “Seîd Tabnak”, xelkê bajarê Şinoyê, bo cîbicîkirina cezaya wî bo girtîgeha bajarê Nexedê hate veguhastin.
Piştî gef û topbarankirina deverên sînorî ên Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê, Spaha Pasdaran cebilxaneya giran, zêdetir bo wê devera sînorî şandine.