“Soheyla Hicab” li girtîgeha bajarê Kirmaşanê de tûşî vîrûsa Koronayê bûye
“Soheyla Hicab” girtiya siyasî ya Kurd digel 13 girtiyên din, li benda jinan a girtîgeha bajarê Kirmaşanê, tûşî vîrûsa Koronayê bûne.
“Soheyla Hicab” girtiya siyasî ya Kurd digel 13 girtiyên din, li benda jinan a girtîgeha bajarê Kirmaşanê, tûşî vîrûsa Koronayê bûne.
Roja Înê 22`ê Rêbendanê,li bajarê Dîwandereyê, jinek temen 35 salî bi sedema teqîna alavên teqemenî yên bicih mayî yên li heyama şerê di navbera Îran û Îraqê de, bi awayek dijwar birîndar bû.
Di heyama hefteya derbasbûyî de, welatiyekî bi navê “Îsmaîl Vezîrî” xelkê gundê “Qeregul”a girêdayî bajarê Dîwandereyê hate kuştin.
Roja Şemiyê 23`ê Rêbendanê, welatiyek Kurd ê bi navê “Ferzad Samanî” piştî derbazbûna 13 meh li ser nediyarbûna qedera wî, bi danîna barimteya giran ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.
Roja Çarşemî 20`ê Rêbendanê, welatiyek Kurd ê bi navê “Haşim Muradî” temen 39 salî, kurê “Mistefa” û xelkê gundê “Şînavê”ya ser bi bajarê Pîranşarê, bona cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hate veguhastin.
Roja Înê 22`ê Rêbendanê, nûciwanek temen 16 salî yê bi navê “Rûzbeh Muradî” xelkê bajarê Dîwandereyê, dawî bi jiyana xwe anî.
Îro Pêncşemî 21`ê Rêbendanê kedkarekî Îdareya Berqê yê bi navê “Mehdî Husêynî” xelkê gundê “Nu`il” ê ser bi bajarê Ciwanroyê, di dema karkirinê de rastî berqgirtinê hatibû.
Îro Pêncşemî 21`ê Rêbendanê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Mîlad Minberî” kurê Mihemed û “Seyvan Minberî” kurê Hişmet xelkê gundê “Niyer” ê ser bi bajarê Sineyê bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatine azadkirin.
Roja Çarşemî 20`ê Rêbendanê, kedkarek Kurd ê bi navê “Ebdullah Rohî” xelkê bajarê Merîwanê, bi sedema berbûn ji bilindahiyan ve li bajarê Zencanê canê xwe ji dest da.
Roja Çarşemî 20`ê Rêbendanê, welatiyek Kurd ê bi navê “Soran Şerîfî” xelkê bajarê Bokanê, bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.